Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane 69 hezarî derbas kir

Li gorî ajansa nûçeyan a Filîstînê Wafayê, hejmara kesên ku ji êrîşên Îsralê yên ji Cotmeha 2023’an ve jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 69 hezar û 483 kesan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Wafayê, hejmara kesên ku di êrîşên Îsralê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 69 hezar û 483’an.

Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane, jin û zarok in. Her wiha 170 hezar û 706 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku hîna gelek kes di bin kavilan de ne.

Di nava 72 saetan de cenazeyê 17 kesan gihîşt nexweşxaneyên Xezeyê. 2 ji van sivîlên ku di êrîşên dawî de jiyana xwe ji dest dan, 15 ji van jî termên ku di bin kavilan de hatin derxistin in. Di heman demê de 3 birîndaran anîn nexweşxaneyan.

Tevî peymana agibestê ya meha borî jî, êrîşên li ser herêmê dewam dikin. Hate ragihandin ku piştî agirbestê, herî kêm 266 kes jiyana xwe ji dest dane û 635 kes jî birîndar bûne.